Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Topbarana Artêşa Tirkîyê li Efrînê Zarokeke 14 Salî Dikuje


Afrin
Afrin

Artêşa Tirkîyê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve, şeva çûyî careke din gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê bi rokêt û mûşekan topbaran kirin.

Di encamê de li gundê Kelotê zarokeke 14 salî ku navê wê Zeyneb Îbrahîm e jîyana xwe ji dest da, herwiha birayê wê Bekir yê 11 salî û bavê wan Husên 51 salî birîndar bûn, dema ku mûşekek bi ser xanîyê wan de ket.

Zeyneb Îbrahîm
Zeyneb Îbrahîm

Mamosteyê Zeynebê li dibistana gund Mezlûm Elî got:

“Ji şeva çûyî de gundê Kelotê tê topbaran kirin, şagirta me Zeyneb jîyana xwe hinda kir, ev cihê xemgînîyê ye”.

Ev topbaran artêşa Tirkîyê li ser çend gundên nahîya Şêrewa ji berbanga roja Pêncşemê ve berdewam dike. Gundên hatine armanc kirin ev in: Sixonekê, Aqîbê, Zaretê, Bênê, Kelotê, Birc Qasê, Meyasê û Gundê Mezin.

Ji ber vê topbaranê zerarên madî yên pir mezin di mal û milkê gundîyan de çêbûn, herwiha bi dehan hektar ji baxçe û zevîyên çandinî hatine şewtandin.

Her di vê çarçovayê de, gundê Aqîbê roja Pêncşemê ji seatên sibê de ta derengîya şevê bi nêzî 150 topan hatibû armanc kirin.

Di encama wê topbaranê de, zerar gihişte pir xanîyan û hinek hatin rûxandin û bi dehan serîyê sewalan hatin kuştin.

Herwiha agir bi daristana di navber gundê Aqîbê û Sixonekê de ket, ku jiber bayê kur agir fireh bû, bi deşta di navbera Aqîbê û Bênê de ket û gelek zevîyên genim û ceh hatin şewtandin.

Roja Înê dîsa gundên deverê ji alîyê artêşa Tirk ve hatin topbaran kirin, ku ta sibeya îro Şemîyê topbaran berdewam bû, vê carê jî gundên Kelotê û Birc Qasê pirtir bûn armanc, ku kesên navborî bûne qurbanî.

Hêjayî gotinê ye ku ev gundên nahîya Şêrewa di bin kontrola hêzên hikumeta Sûrî de ne, ku navendên Rûsî jî lê hene, lê van hêzan li hember topbarana artêşa Tirk bê bersiv man, tevî ku serbazekî rejîmê ht kuştin û çend leşkerê wê birîndar bûn.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00


XS
SM
MD
LG