Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Efrînê Piştgiriyê Didin Leyla Guven


Jinên herêma Efrînê yên penaberî herêma Şehba bûne piştgirî dan çalakîya gireva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven.

Jinan bi meşeke girseyî çalakîya Guven silav kirin, û bi daxuyanîyekê piştgirî dan wê û hemû kesên di girevên biçîbûnê de ne.

Di daxuyanîyê de wiha hate gotin: “Çalakîya Leyla Guven xwedî nirxeke dîrokî ye û nîşaneya vîna polîtîk ya berpirsyar e, û banga gelê Kurdî û azadîxwazan e”.

Jinan di meşê de piştgirî dan daxwaza Guven ya şikandina tecrîda li ser rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan.

Çalakvana jin Zozan Mustefa xembarîya xwe dor tendirustîya Guven dîyar kir û wiha bang kir: “Bi hezaran jin dibêjin em li kêleka Leyla Guven in, û dixwazin dengê xwe bighînin sazîyên mafê mirovan û civaka navneteweyî”.

Ji alîyê xwe ve hevseroka kantona Efrînê Şêrîn Hesen helwesta Leyla Guven ya li dijî êrîşa Tirkîyê ser Efrînê anî ziman, ku bi wê sedemê hatibû zindan kirin.

Dor çalakîya Guven ya gireva birçîbûnê Hesen wiha şîrove kir: “Helwesta Guven bersîvek da dijmin, ku hemû kiryarên wî nikanin vîna me bişkînin, jina Kurd ticarî teslîmkarîyê qebûl nake”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Leyla Guven di 1’ê Sibata sala par de hatibû girtin piştî ku li dijî êrîşa ser Efrînê helwest standibû û ew rexne kirbû.

Guven di 8’ê Mijdarê de li zindana xwe ketibûye gireva birçîbûnê ku 90 rojî pirtir e çalakîya wê didome

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG