Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Efrînê Kempeyna Ser Torên Civakî Destpê Kir


Rojnamevan Ehmed Qitme û Miehemd Bilo
Rojnamevan Ehmed Qitme û Miehemd Bilo

Hejmareke rojnamevan û çalakvanên Efrînî, bi haştaga (#عفرين_أولا) anku ‘Efrîn berî her tiştî’ kempeynek li ser torên civakî dane destpê kirin.

Kempeyn roja Sêşemê li ser Facebook, Twitter û Instagram destpê kir û wş hefteyekê bidome.

Rojnamevan Ehmed Qitmê, yek ji çalakvanên wê kempeynê dibêje ku ew dixwazin ku gelê Efrînê yê li hindurê bajêr lawaz nekeve.

“Em dixwazin ku gelê me bizane em bo êşa wan hestiyar in û em hewl didin bi rêyên cuda alîkarîya wan bikin û cîhanê hişyar bikin”.

Qitmê dîyar kir ku yek ji armancên wan jî rewşa xirab ya ya çapemenîya li hindurê Efrînê ye ku rojnamevan nikanin bi serbestî bixebitin.

“Em dixwazin rêxistinên navdewletî yên alîkarîyê û ragihandina azad derbazî Efrînê be da ku ji nêz ve rewşê bişopînin û bi erka xwe rabin”.

Di armancên kempeynê de boykotkirina kesên ku Tirkîyê û komên tundrê li şûna Efrînîyan bi cîh kirine jî heye.

“Kesên bîyanî ku li Efrînê hatine bi cih kirinê, divê werin boykot kirin û ne civakî û ne jî aborî, ti têkilî bi wan re nebe”.

Qitme da zanîn ku ew dixwazin revendên Kurd yên li derve vexwînin xwepêşandanên xwe.

Endezyar Vîyan Reşîd jî dibêje ku di rewşa Efrînê de, ku ragihanidn nikane bûyerên diqewimin bişopîne, torên civakî wek ragihandineke alternatîf dikane tiştên wek kuştin, destdirêjî, dizîn ji cîhanê re eşkere bike.”

Hêjayî gotinê ye ku ev kempeyn piştî derbazbûna pirtir ji 100 rojî di ser desteserkirina Tirkîyê û komên tundrê yên pêre ji Efrînê re tê.

NR_07_06_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:20 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG