Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Dagirkirinê de Zarokên Efrînî Daxwaza Vegera Efrînê Dikin


Zarokên Efrînî daxwaza vegera warên xwe dikin
Zarokên Efrînî daxwaza vegera warên xwe dikin

Di salvegera êrîşa artêşa Tirk û komên tundrê ya ser Efrînê de, zarokên Efrînê yên li herêma Şehba bûne penaber xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan zarok li kampa Fafînê kom bûn û bi pankart û sloganên vegera Çîyayê Kurmênc bilind kirin.

Çend zarokên ku tev li çalakîyê bûne, hestên xwe anîn ziman û xwestin ku di zûtirîn dem de vegerin mal û dibistanên xwe li Efrînê.

Çalakîya protosteyî ya zarokan ji alîyê komîteya piştgirîya derûnî ya Heyva Sor ya Kurd bi rê vê çû.

Endama komîteyê Hêvîn Şamyo got ku jiber êrîşa Tirkîyê bi deh hezaran zarokên Efrînê ji malên xwe hatin koçber kirin, û ji dibistanên xwe hatin dûr xistin.

“Banga me ji hemû sazîyên mafên mirovan û parastina zarokan re heye. Rewşa zarokên Efrînê ber çav bigirin, ku di rewşeke kambax û dijwar de dijîn”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku sala par weke îro, ano di roja 20'ê Rêbendanê de artêşa Tirk û komên tundrê êrîş anîn ser Efrînê û bi sed hezaran Efrînî neçar man ku ji cîh û warê xwe bihêlin û derbider bin.

Gelek rêxistin û sazîyên hiqûqî û yên mafê mirovan ragihandibûn ku Tirkîyê ji binpêkirin û zêdegavîyên li Efrînê diqwimin berpirs e.

NR_01_21_2019_Zarokên_Efrînî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG