Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîstîyanên Efrînê Êrîşên Tirkîyê Şermezar Dikin


Bajarokê Cîndires
Bajarokê Cîndires

Êrîşên artêşa Tirk li dijî herêma Efrînê, bi hemû ol û pêkhateyên lê dijî, bûye cîhê şermezarîya şênîyên Efrînê.

Kêmîneyên olî li Efrînê ji van êrîşên ku rengînîya bawerîyan li herêmê armanca dike, bi tirs in, çimkî komên tundrê yên bi artêşa Tirk re, wek Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam tawan derheqa wan de kirine.

Di vê derbarê de, bawermendên Mesîhî li Efrînê nerazîbûna xwe tînin ziman û ji civaka navneteweyî dixwazin ku dawî li êrîşên artêşa Tirk bîne.

Îsa Berekat, xizmetkarê Dêra Şivanê Qenc ya Încîlî li Efrînê, li ser êrîş û topbarana artêşa Tirk peyîvî.

Isa Berekat
Isa Berekat

Berekat got ku ew êrîşên hovane yên dijî Efrînê şermezar dikin jiber ku gelek sîvîl bûne qurbanî.

“Li Efrînê mirovîn ji gel û bawerîyên cihê hene û ev êrîş wan dike hedef, loma em bang li cîhanê gî dikin da ku alîkarîya Efrînê bikin."

Hêjayî balkişandinê ye ku civaka Mesîhî li Efrînê pirtir ji 250 malbatan pêk tê.

NR_01_29_2018_Mesîhî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:21 0:00

XS
SM
MD
LG