Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî Ser Efrînê Dîsa Destpê Bûn, Sîvîl Dibin Qurbanî


Balafirên artêşa Tirk piştî 20 rojan ji êrîşên ser Efrînê, careke din navend û deverên Herêmê topbaran kirin.

Bombebarana do derengîya şevê destpê kir û ta dema amade kirina vê raportê didome.

Di encama bombebaranê de du sîvîl jîyana xwe ji dest da û 9 sîvîlên din jî birîndar bûn.

Tevî taxa Eşrefîyê, gundên Tirindê û Kersanê yên navenda bajarê Efrînê, 5 caran hatin armanc kirin. 2 navendên sewalan yên girêdayî şaredarîyê jiber êrîşan bi temamî hatin rûxandin.

Herwiha li bereyên bakur û rojavayê Efrînê li Reco û Bilbilê şerên dijwar di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û artêşa Tirk û komên tundrê yên pê re diqewimin.

Firokên şer gundên her du deveran topbaran kirin, herwiha hejmareke gundên Şîyê û Cindirêsê yên wek Hec Bilêl, Çeqela Jorîn, Axcelê, Dêr Belût, Nisrîyê û Aşka Xerbî jî jî bûn armanca êrîşan.

Li alîyê bakurê rojhilat jî, li devera Şera çend gundên Êzîdî yên wek Bafilûnê, Sînka û Qestel Cindo û gundê Basûfanê yê Êzîdî li Şêrewa bûn armanca êrîşan.

Ji alîyê xwe ve, Rêvebirîya Xweser ya Herêma Efrînê bi civîneke çapemenîyê daxuyanîyek ji raya giştî re ragihand û tê de hejmara qurbanîyên sîvîl eşkere kir.

Rêvebirî da zanîn ku 160 kes hatine kuştin û 395 jî birîndar bûne. Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mustefa ji civaka navnetewî xwest ku bêdeng nemîne û destê alîkarîya mirovî dirêjî wan bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku zêdebûna gel li navenda bajêr bûye sedem ku rewşa jîyanê dijwartir bibe.

NR_02_09_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG