Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Tirkîyê û Komên Tundrê Ser Efrînê Keta Roja 13'an


Ev e 13 roj in artêşa Tirk û komên Îslamî yên tundrê êrîş Herêma Efrînê dikin, di encama van êrîşan de bi sedan sîvîl dibin qurbanî.

Dr. Ciwan Mihemed ji rêvebirîya tendirustîyê li Efrînê îro dîyar kir ku ji 20'ê Rêbendanê heta 1'ê Sibatê 104 sîvîlan jîyana xwe ji dest dane û 156 jî birîndar bûne.

Mihemed da zanîn ku di nav kuştîyan de hejmareke zêde jin û zarok hene.

Ev yeka tê piştî rojekê ji ketina 2 fûzeyên katyûşa li navenda bajarê Efrînê ku di encamê de zarokekî 9 salî jîyana xwe ji dest da û 11 kesên din jî birîndar bûn ku piranî ji heman malbatê ne.

Her di çarçoveya qurbanîyên sîvîl de, li devera Raco 2 jê jin, 4 kes bi giranî birîndar bûn, piştî ku balafiran şer garaca deverê topbaran kir.

Li devera Cindirêsê jî, di nav de mizgefta Selahedîn Eyûbî, taxên bajêr û gundên derdorê hatin bombebaran kirin û zararên mezin di mal û milkê şênîyan de çêbûn.

Li bajarokê Şîyê jî hate ragiandin ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Gundê Xelîl di operasyoneke taybet de ji artêşa Tirk û komên tundrê paqij kiriye û gund bi temamî rizgar bûye.

Li alîyê bakur, li bajarokê Bilbilê hate ragihandin ku firok gundên Qirigulê û Kotana topbaran dike. HSD'ê herwiha ragihand ku wan makîneyeke zirxîn ya artêşa Tirk rûxandîye û 20 çekdarên nav wê, hatine kuştin.

Li Şêrewa firokên Tirk çend gundên Kurdên Êzîdî yên wek Basûfan, Birc Hêder û Bircka Silêman topbaran kirine.

Li Şera jî balafiran gundên Serîncekê û Omersimo û derdora bendava Meydankê bo cara sisêyan kirine armanc ku metirsî heye bendav hilweşe û jîyana bi deh hezaran gel dikeve metirsîyê.

XS
SM
MD
LG