Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asayîşa Efrînê Tedbîrên Roja Hilbijartinan Eşkere Kirin


Asayîşa Kantona Efrînê tedbîrên ku ewê di 22'yê Îlonê, anku roja pêkanîna hilbijartinên komînan de bistînin, ji bîragiştî eşkere kir.

Berdevkê Asayîşa Efrînê, Cegerxwîn Memo ji Dengê Amerîka re ragihand ku Asayîş van tedbîran bi armanca parastina ewlehîya hêrêmê pêk tîne, da ku pêvajoya hilbijartinê bi aramî û hêsanî derbaz be.

"Hemî rêyên ji derve tên Efrînê, roja hilbijartinên û ya berî wê tên girtin, herwiha gîş rêyên hindurê herêmê vekirîne û rêbendên me di amadebaşîyê de ne ku gel berê xwe bide sindoqan".

Hêjayî gotinê ye ku 22'yê Îlonê li seranserî herêm û deverên Bakurê Sûrîyê, hilbijartinên komînên gund û taxan li dar dikevin.

Ev hilbijartin bi biryara Meclîsa Damezrêner ya Sîstema Federalî li Bakurê Sûrîyê pêk tên.

Asayişa Efrinê û Tedbîrên Hilbijartinan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:13 0:00

XS
SM
MD
LG