Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî îro Înê dewleta Tirkîye tawanbar kir ku derewên bê bingeh belav dike.
Ebdî ji hesabê xwe yê Twîtterê bersîva îdiayên Tirkîyê da ku hêzên wî bi awayekî girseyî kuştinkarî li Efrînê pêk anîne.
“Hêzên dagirker yên Tirkîyê îdiayên çewt dikin ku goristaneke şehîdên YPGê, ku di parastina Efrînê ya di dema êrîşên (Tirkîyê) de cangorî bûbûn, “goreke girseyî” ye. Em bang li civata navnetewî dikin ku lêpirsîna tawanên Tirkîyê û mîlîşayên girêdayî wê yên li Efrînê bike û tawanên dihî mirovahîyê bisekînîne.”
Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê di 14’ê Tîrmehê de îdia kiribû ku li Efrînê goreke girseyî hatiye dîtin ku tê de termên 35 kesên ku ji alîyê PKK’ê ve hatine kuştin hene.
Malpera Afrin Post, ku ji rewşa niha ya Efrînê û bûyerên ku li wê derê diqewimin, agahdar e, do Pêncşemê îdia kiribû ku karbidestên Tirk bi kolandina gorekê berê nûçeyên derewîn diweşînin.