Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser li Efrînê Karta Nasname li Hemwelatîyan Belav Dike


Krîza Sûrîyê ku ketiye sala heftan gelek pirsgirêk û astengî ji sîvîlan re peyda kirine.

Yek ji van pirsgirêkan ew e ku gelek welatî jiber sedemên cuda nema dikanin nasnameya kesîtî ango nifûsê ji hikûmeta Şamê wergirin.

Hevseroka kargirîyê Sûad Eyûbî dibêje ku Rêvebirîya Xweser jibo çareserkirina kêşeya karta nasnamê, navendeke taybet vekiriye ku hemwelatî bikanibin belgeyên fermî derxin.

"Karê me girêdayî desteya hindurîn e û hemwelatîyên ku tomara wan ya dayikbûnê li Efrînê û gundên wê ne, dikaninin nasnameya kesîtî wergirin".

Eyûbî da zanîn ku wan ji meha Adarê vir ve 1700 nasname li hemwelatîyan re belav kirine û kî bixwaze belgeyên fermî wergire dikane serlêdana kargirîyê bike.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2014'an vir ve, Rêvebirîya Xweser li Efrînê, ji hikûmeta Şamê cuda, di gelek qadan de karûbarên gel dimeşîne.

XS
SM
MD
LG