Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Efrînî Daxwaza Vegerê ji Şanda Rûsî Kirin


Şandeke Rûsî ku ji çend berpirsên navenda Himêmîm pêk dihat, serdana kampa penaberên Efrînî li Şehba kir û bi rêvebiriya kampên penaberan re hevdîtin pêk anî.

Rêvebirê Kampa Serdem Idrîs Waqas got ku wan ji şandê daxwaza vegera Efrînê kir.

“Me ji wan re got ku çawa rola Rûsya di dagîrkirina Efrînê de hebû, divê Moskow wê dagirkirinê bi dawî bike. Em bawer dikin ku Rûsya bi rêya serdana kampên penaberên Efrînê dixwaze hin nameyan bighîne Tirkîyê da ku fişaran li ser wê bike.”

Waqas îdia kir ku Rûsya dîmen û axaftina gelê Efrînê yên ser tawanên li Efrînê çêbûne, wek belge bi kar tîne daşikandinê ji Tirkîyê bistîne. Ew yek di destpêka êrîşa rejîmê ya bi ser Îdlibê çêbûye.”

Wî bi berdewamî got ku ji dema gelê Efrînê hatiye koçber kirin heta niha, Rûsya ti alîkarî ji wan re pêşkêş nekiriye.

“Tevî ku şandên Rûsan bi dorveger serdana kampan dikin, alîarîya wan ji me re çenebûne. Berî çend rojan wan hin tiştên ku dema wan borîbûn li gelê Şehba belav kirin, lê Efrînîyên derbider ew alîkarî red kirin.”

Waqas bal kişand ku helwesta gelê Efrînê ji Rûsya bi hêrs e.

“Em bi rengekî dîplomatîk ligel Rûsya didin û distînin çimkî ew welatekî xwedî bandor e. Me eşkere ji wan re got ku bazirganîya wan ya bi Tirkîyê re, li ser hesabê gelê Sûrî ye û ew tiştekî ne baş e”.

Navenda leşkerî ya Rûsan li Şahba
Navenda leşkerî ya Rûsan li Şahba

Hêjayî gotinê ye ku li kêleka hêzên rejîma Sûrî û milîsên bi ser Îranê ve, hejmareke navendên leşkerî yên hêzên Rûsî jî li çend deverên Şehba hene.

Efrînîyên ku li Şehba derbider in jibo şermezarkirina helwesta Rûsî çend car li pêşberî navendên wê derketibûn xwepêşandanê û alîkarîyên hawarçûnê ji alîyê Rûsya ve jî red kiribûn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00


XS
SM
MD
LG