Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Derfetên Sînorkirî, Hewilên Xizmetdayîna Efrînîyên Derbider li Şehba Didomin


Piştî ku artêşa Tirk û komên Îslamî dest danîn ser bajarê Efrînê, bi sed hezaran şênîyên Efrînê derbider bûn û berê xwe dan herêma Şehba.

Şênîyên ku li Şehba bi cih bûne, di rewşeke dijwar de dijîn, loma Komîteya Şaredarîyên Şehba hewil dide xizmetkarîyên pêdivî pêşkêş bike.

Endama komîtê, Nûrşan Hisên dibêje ku her du kampên li Şehba di rewşeke awarte de hatin ava kirin.

“Gelê me şerpeze bûbû, loma ew du kamp di bin şertên dijwar de hatin vekirin. Em niha xizmetên wek av, elektrîk, paqijî pêşkêş dikin, lê derfetên me pir lawaz in”.

Hisên dîyar kir ku xencî van her du kampan, gelê derbider li 20 gundên Şehba dijîn.

“Gundên Şehba di salên borî de rastî şerekî dijwar hatin, loma ew kavil bûne û jîyan tê de zehmet e. Em bi derfetên destê me de hewil didin ku xizmetên bingehîn pêşkêş bikin.”

Hisên bi berdewamî got ku vê gavê bo avê, bi lezî dora 30 jenerator pêdivî ne û di rojên pêş de hewil bidin ku çavkanîyên nû ava bikin.

“Tenê UNICEF û Heyva Sor ya Kurd alîkarîyên biçûk dan me. Weke din, tenê herêmên Bakurê Sûrîyê Kobanê û Cizîrê, herwiha gelê me yê li Helebê desteka madî û lojîstîkî dane me”.

Hêjayî balkişandinê ye ku Rêvebirîya Xweser, piştî dagirkirina Tirkîyê ya Efrînê, li Herêma Şehba dimîne û hewil dide ku jîyana bêtir ji 150 hezar penaberên Efrînê bi rêve bibe.

**

NR_05_23_2018_Shahba
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00

XS
SM
MD
LG