Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

6 Hezar Xwendekarên Penaber ji Efrînê Dest bi Sala Nû ya Xwendinê Dikin


Bi hezaran zarokên Efrînî yên li Şehba penaber bûne, berê xwe didin dibistanan.

Desteya perwerdê jibo pêşwazîya şagirtan di sala xwendinê ya nû de, amadekarîyên xwe bi dawî kirine û mamoste jî hazir kirine, lê pirsgirêka peydakirina pirtûkan hîn heye.

Mihemed Reşîd
Mihemed Reşîd

Rêvebirê desteya perwerdê Mihemed Reşîd dibêje ku wan ji meha Gulanê de me dest bi amadekirina 56 dibistanên li Şehba kirine.

“Jiber ku gelek dibistan hatibûn rûxandin, bi awayekî lezgîn me pêwîstî peyda kirine. Niha pirtir ji 6 hezar şagirt di her sê qonaxên xwendinê, seretayî, navîn û amadeyî de tomarkirî ne. Jibo fêrkirinê nêzî hezar mamoste amade ne ku me di demsala havînê de perwerde kirine.”

Derbarê kursên fêrbûnê, Reşîd dîyar kir ku materyal wek sala par anku kursên Rêvebirîya Xweser dimînin, lê ew ji alternatîfên din re jî vekirî ne.

“Ger rêkeftinek bi rêjîmê re çêbe, pêkan e ku kursên wezareta perwerdê ya hikûmeta Sûrî jî werin dayîn," Reşîd got.

Wî bal kişand ku tevî hewilên wan, pirsgirêka pirtûkan hîn çareser nebûye. “Me xwest ku ji hemî xwendekaran re pirtûk peyda bikin, lê sebî ku dever dorpêçkirî ye, ku emê ji herêma Cizîrê pirtûkan bînîn Şehba.”

Reşîd herwiha got ku xwendekarên xwendina bilind ji zanîngeh û peymangehên Kobanê û Cizîrê re tên şandin da ku xwendina xwe li wir biqedînin.

Hêjayî bi bîrxisitinê ye ku di 5 salên borî de sîstema perwerdê li Efrînê bi zimanê Kurdî dihate meşandin: xwendekaran bi zimanê zikmakî fêrbûna xwe digirtin.

Herwiha li herêmê 7 peymangeh û zanîngeheke bi 6 fakulte hebûn, lê piştî destdanîna Tirkîyê ji herêmê re ew hatin rawestandin.

NR_09_25_2018_Xwendin
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:28 0:00

XS
SM
MD
LG