Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efrînîyên Penaber bi Hêvîya Vegera Malên Xwe Sala Nû Pêşwazî Dikin


Di kêlîyên dawî yên 2018’an, Efrînî vê salê bi êş oxir dikin ku şer anî bajarê wan û ew koçber kirin.

Îbo Banik
Îbo Banik

Bi hatina sala 2019’an, Efrînî li derbiderbûnê û bi hêvîya vegera ser axa xwe, sala nû pêşwazî dikin.

Welatîyê bi navê Îbo Banîk hêvî dike ku di sala nû de vegera mala xwe.

“2018 sebî me saleke reş bû. Êrîş bi ser Efrînê hat û em ji welatê xwe koçber bûn. Em bi hêvî ne ku di sala 2019’an de vegerin ser mal û milkên xwe.”

Leyla Ahmed
Leyla Ahmed

Leyla Ehmed jî dibêje ku sala 2018’an bi dijwarî di ser gelê Efrînê re derbaz bû û ew jî hêvî dike di sala nû vegerin Efrînê.

Husên Elo jî geşbîn e ku di sala nû xêrî û xweşî bîne û gelê Efrînê vegere cîh û waerê xwe. “Di sala 2018’an de em ji ber zilma Tirkan, ji welatê xwe derketin. Em dixwazin ku di sala nû de her kes vegere warên xwe”.

Husen Elo
Husen Elo

Hêjayî bîrxistinê ye ku di meha yek, Rêbendana sala çûyî de artêşa Tirk û çekdarên tundrê yên pêre, êrîşî Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan, wan dest danî ser herêmê. Ji wê çaxê de pirtir ji 200 hezar rpniştvanên Efrînî penaber bûn û kesên ku li hindurê Efrînê mane, dibin armanca zêdegavî û binpêkirinên mafên mirovan.

***

NR_12_31_2018_Sala_Nû
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG