Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de jibo Efrînê Çalakî û Daxuyanî


Bi boneya 10’ê Berfanbarê, Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan û bi armanca balkişandina ser rewşa Efrînê, hejmareke çalakî li herêmên Kurdî yên Sûrîyê hatin li dar xistin.

Di van çalakîyan de piştgirî jibo Efrînê hate dîyar kirin û kiryarên dij gelê wê tên kirin, hatin şermezar kirin.

Rêxisitina Mafê Mirovan ya Bakurê Sûrîyê, ku binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê belge dike, di raporta xwe de ragihand ku jiber êrîşên artêşa Tirk û kiryarên komên çekdar 1153 sivîl li Efrînê hatine kuştin ku 243 jin û 54 jî zarok in.

Parêzer û mafnasên Efrînê ku koçberî herêma Şehba bûne, daxuyanîyek dan bîra gîştî ku bal bikşînin ser rewşa Efrînê.

Daxuyanî bang li sazîyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku ji bêdengîya xwe derkevin û helwestekê hember bûyerên xirab ku li Efrînê diqewimin, bistînin.

Îsrafîl Mustafa
Îsrafîl Mustafa

Parêzer Îsrafîl Mustafa dibêje ku li Efrînê guhertina demografî tê kirin û li gor qanûn û peymanên navnetewî ev tawaneke şer e.

“Em ji welatên ku roja mafê mirovan ragihandine, dixwazin ku li ser rewşa Efrînê bê deng nemînin. Li Efrînê teror dijî gel tê meşandin, loma divê prensîbên rêxistinên navnetewî bi cîh werin”, Mustafa bang li civata navnetewî kir.

Hêjayî gotinê ye ku 10’ê Berfanbarê ji sala 1948’an vir ve wek roja cîhanî ya mafên mirovan tê pîroz kirin û partî û sazîyên hiqûqî li Rojava vê rojê wek derfeta balkişandina ser rewşa Efrînê dibînin.

NR_12_11_2018_Mafen_Mirovan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG