Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sibêroja Hebûna Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê Çi Ye?


Hebûna Tirkîyê di nava axa Sûrîyê de mijareke kêşebar e. Karbidest û çavdêrên Rojava û Bakurê Sûrîyê wê bi dagîrkerîya nerewa bi nav dikin, nemaze piştî ku artêşa Tirk û komên çekdar herêma Efrînê dagir kirin.

Nivîskar û çavdêrê sîyasî Cemîl Reşîd dibêje ku ger Rûsya rê nedabûya, hebûna Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê ne pêkan bû.

Reşîd di wê bawerîyê de ye ku rêketina Tirkî û Rûsî “zewaca demkî ye” û li ser berjewenîyên aborî rabûye û di dema dûr de ev hebûna Tirkî li Sûrîyê, ji Rûsya re xeterî ye.

“Tirkîye jibo hebûneke mayînde, hewil dide ku hin bingehên xwe li Efrînê çêke, ne tenê li Efrînê, lê çavê wê li Helebê ye jî.”

Ekrem Hiso, endamê desteya sîyasî di Meclîsa Sûrîya Demoqratîk (MSD) de, bawer dike ku Washington li ser mayîna Tirkîyê ya ser axa Bakurê Sûrîyê dê razî nebe.

Hiso balê dikşîne ser vekişîne komên çekdar yên bi ser opozîsyonê ji gelek deverên Sûrîyê û rola Tirkîyê wek bicihkirina daxwazên Amerîkî dinirxîne.

“Amerîka, di çareserîyê de xwedî roleke mezin e û bê wê tiştek çênabe. Ku hevalbendên Amerîka anku PYD û Hêzên Sûrîye Demokratîk (HSD) tê de hazir nebin, ti civîn bi ser nakevin.”

Rojnamevan Mihemed Bilo jî dibêje ku di vê qonaxê de yekrêzîya alîyên Kurdî pêwîst e ku tiştê hatî serê Efrînê, li herêmên din yên Rojava dubare nebe.

“Xebateke berdewam pêdivî ye ku jibo gelê hundir destdek were dayîn û dijî kiryarên Tirkîyê, gilî di dadgehên navnetewî werin vekirin. Guhartina demografîk niha li dar e, loma berxwedana me divê bidome û em ranewestin.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Tirkîyê di 24’ê Tebaxa 2016’an de hêzên xwe derbaz’ nav axa Sûrîyê kirin. Pêşî Cerablus, dû re di encama gerên civîna Astana bi Rûsya û Îranê re, derbazî herêmên din yên Bakurê Sûrîyê bû û herî dawî jî di Adarê de Efrîn dagir kir.

XS
SM
MD
LG