Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwanên Efrînê Siberoja Alozîya Sûrî Nîqaş Kirin


Bi vexwendina Hevbendîya Niştîmanî ya Demokratîk panelek bi navê “Krîza Sûrîyê û Projeya Çareserîyê” pêk hat.

Di panela ku li navenda Çîyayê Kurmênc ya çand û hunerê de li dar ket, bi dehan ciwanên Efrînê amade bûn.

Ferhad Hemo
Ferhad Hemo

Rêvebirê Hevbendî Ferhad Hemo got ku ciwan bi çi awayî dikanin rola xwe di guhartina demokratîk de bilîzin, ev yek bi ciwanên re hate parve kirin.

Di panelê de nêrînên cuda li dor krîza Sûrîyê hatin bilind kirin û bal li ser rola ku ciwan dikanin di çareserîyê de bilîzin hatin kişandin.

Mihemed Qehreman, cîgirê serokê Desteya Ciwanan dîyar kir ku tenê hêza ciwanan dikare guhartinê pêk bîne, loma divê ew projeyên xwe yên bo çareserîyeke rast pêş bixin.

Mihemed Qehreman
Mihemed Qehreman

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Hevbendîya Niştimanî ya Demokratîk ya Sûrî di sala 2014'an de hate damezrandin û hemû pêkhateyên Sûrîyê di nav de hene. Hevbendî herwiha beşeke ji Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ye.

**

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG