Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Pêşverû Hesen Girtina 3 Endamên Partîya Xwe û Rewşa Efrînê Dinirxîne


Zevîyekî Efrînîyan ku hatiye şewitandin
Zevîyekî Efrînîyan ku hatiye şewitandin

Piştî du hefteyan ji girtina 3 endamên Partîya Demokrat ya Pêşverû, komên îslamî yên tundrê li Efrînê ew kes berdan.

Di 3’ê Tîrmehê de Hişmend Şêxo, Ebdulhemîd Silêman û Necîb Ebdo ji alîyê komeke îslamî ve li Efrînê hatibûn revandin û ji cîhekî nedîyar re hatibûn birin.

Endamê komîteya navendî ya Pêşverû li Efrînê, Kamîran Hesen Tirkîye jiber girtina hevalên wî berpirs dibîne.

“Êşkence li her sê hevalên partîya me hate kirin. Tirkîye, li gor yasayên navdewletî wek dewleta dagîrker berpirs e ku gelê herêmê biparêze”.

Hesen tiştên ku li Efrînê diqewimin wek komployekê dijî Kurdan dinirxîne û dibêje bêdengîya cîhanê li hember planên guhartina demografî ya herêmê nîşaneya vê yekê ye.

Hesen hizir dike ku Rûsya dixwest Efrîn radestî rejîma Sûrî bûbûya, lê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ew qebûl nekir.

“Şûna ku îro ala Tirk li Efrînê bilind be, çêtir bû rejîm derbazî Efrînê bûbûya, çimkî Efrînê herêmeke Sûrî ye.”

Hesen parçebûna nav tevgera sîyasî ya Kurdî li Sûrîyê rexne dike ku ta niha li ser Efrînê nebûne xwedî helwest û biryareke hevbeş.

“Nakokîyên nava Kurdan hêşt ku Tirkîyê wêribe derbaz Efrînê bibe. Hin alî destek da dagîrkerî û bûn, loma pêdivî bi li hevhatineke Kurdî heye.”

Bi alîyekî din ve, di demên dawî de bûyerên revandinê li Efrînê zêde bûne. Jêderên herêmî didin zanîn ku komên tundrê bi vê yekê dixwazin weke bedel anku fidye pere ji rûniştvanên Efrînê bistînin.

Tora çalakvanên Efrînê li ser medya radigihînin ku koma çekdar Firqet El-Hemzat 4 kesên sîvîl li gundê Basûtê revandine û heta niha çarenivîsa wan ne dîyar e. Heman komê li gundê Îska jî 7 kes revandine.

Dîsa, li gundê Bîyê li Şêrewa jî koma Feyleq El-Şam 9 gundî revandine û jibo berdana wan 200 hezar lîre fidye ji her malbetê dixwaze. Li gundê Musaka yê Reco jî 4 kes ji alîyê koma Ehrar El-Şerqîya ve hatine revandin.

Navenda Ragihandina Efrînê hefteya borî ragihandibû ku kalemêrê bi navê Hemdî Ebdo yê 70 salî ji gundê Beradê kuştî hat dîtin.

Hemdi Ebdo û hevjîna wî Sultan
Hemdi Ebdo û hevjîna wî Sultan

​Ebdo ku hatibû revandin, rastî êşkenceyên giran hatiye û 7 mîlyon lîre û kîloyeke zêr û 10 mangeyên wî hatine dizîn. Hevjîna wî Sultan Nasiro jî çend roj berê hatibû kuştin.

NR_07_18_2018_Peshveru
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG