Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrînê 42 Mirîşkxane Pêdivîyên Goşt û Hêkan Peyda Dikin


Li Kantona Efrînê xwedîkirina mirîşkan anku karê mirîşkxaneyan di demên dawî de zêde bûye.

Niha 42 mirîşkxane li herêmê kar dikin û goşt û hêkên ji wan kargehan têra bazara hindurîn dike.

Zêdebûna mirîşkxaneyan di vê demekê de tê ku Rêvebirîya Xweser li Efrînê firotina mirîşkên cemidandî yên Tirkî li bazarê qedexe kirine.

Ciwan Neso, serokê komîna mirîşkxaneyan ku karê xwedîkirina mirîşkan bi rêve dibe. Ew dide zanîn ku di 4 mehan de ew giheştin asta peydakirina hewcedarîyên her du kantonên Efrîn û Şehba û rojane navbera 5 heta 8 hezar mirîşk tên firotin.

Jibo şopandina karê mirîşkxane û çavdêrîya saxlemîya berhemên wan, komîteya çavdêrîyê di desteya çandinê de bi karê xwe radibe.

Dr. Kawa Hemo ji komîteya çavdêrîyê dîyar dike ku ew saxlemîya mirîşkan jibo xwarinê piştrast dikin ku nexweşî çênebin.

"Jiber derbazbûna mirîşkên nexweş di nav bazara Efrînê de, biryar hat standin ku anîna mirîşkên cemidandî ji kantonê re hate qedexe kirin," Hemo dibêje.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkîye û komên tundrê yên rikeberîya Sûrî ji sala 2013'an vir ve Efrîn xistine bin dorpêçê, loma jî tiştên pêdivî û kelûpelên cihê bi rêya qaçax derbaz dibin.

Di demên dawî de, Rêvebirîya Xweser hewilên xwe xurtir kiriye ku pêdivîyên gel bi derfetên heyî peyda bike.

NR_12_26_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00

XS
SM
MD
LG