Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Efrînî Hember Gefên Tirkîyê Reaksîyon Nîşan Didin


Penaberên Efrînî yên li Şehba, ji gefên Tirkîyê dij bakurê Sûrîyê û deverên rojhilata Firatê ne razî ne.

Henan Osman
Henan Osman

Ew şerê li ser Efrînê bi bîr tînin û naxwazin heman senaryo li herêmeke din ya Kurdan dubare be.

Welatîyê bi navê Henan Osman dibêje ku çawa li Efrînê çek dijî wan bi kar anîn û ew koçber kirin, Tirkîye dixwaze heman tiştî li rojhilata Firatê jî bike, bi armanca xewnên xwe yên Osmanlî pêk bîne.

Welîd Mihemed
Welîd Mihemed

Welatîyê bi navê Welîd Mihemed jî îdia dike ku Tirkîye bi gefên xwe yên dijî bakurê Sûrîyê dixwaze şerê dawîkirina DAIŞê asteng bike.

“Divê li hember gefên Tirkîyê, helwest were standin, çimkî Kurdan û hêzên wan ji ber cîhanî tevahî şerê terorê kiriye. Di vê demê de ku terora DAIŞê têk diçe, Erdogan dixwaze destekê bide wê rêxistina tundrê”.

Hecî Cemîl jî gefên Tirkîyê şermezar dike û dixwaze ku hikûmeta Sûrî bê bersîv nemîne çimkî ew dibîne ku Tirkîyê dixwaze axa Sûrîyê dagîr bike.

hecî Cemîl
hecî Cemîl

“Banga me ji rejîma Sûrî re ye. Em jê dipirsin ma bakurê Sûrîyê ne beşek ji welatê Sûrîyê ye? Çawa Tirkîyê li Efrînê kir dixwaze li derên din jî bike. Em qebûl nakin axa me têkeve destê zaliman.”

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Tirkî dema dawî de gefên êrîşa li ser Minbicê û deverên rojhilata Firatê kiriye û Amerîka dîyar kiribû ku evw wan gefan qebûl nakin.

NR_12_17_2018_Tur_Reaction
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG