Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Sala Xwendinê ya Nû li Efrînê Şahîyeke Taybet Pêk Hat


Bi helkefta nêzîkbûna sala xwendinê ya nû li Kantona Efrînê, ku hefteya were dibistan derîyên xwe vedikin, şahîyek li Qada Azadî ya bajêr pêk hat.

Di şahîyê de koma Peymangeha Awaz ya muzîkê beşdar bû û şagirtên peymangehê gurzek stran pêşkêş kirin.

​Herwiha, bi dehan xwendekar û malbatên wan di şahîyê de amade bûn û ji vê însîyatîfa peymangehê spasdar bûn ku zarok wê bi moral û kelecan dest bi sala nû ya xwendinê bikin.

Kesên amade anîn ziman ku tevî şer û rewşa awarte ya Efrîn tê re derbaz dibe, ewê tim zarokên xwe fêrî zanist û hezkirina jîyanê bi rêya muzîkê bikin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li Kantona Efrînê xwendin êdî bi zimanê Kurdî ye û çend rojên pêş de nêzî 41 hezar xwendekar berê xwe didin dibistanê.

NR_9_12_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00

XS
SM
MD
LG