Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efrînî Dijî Dîwarê ku Tirkîyê Ava Dike Dengê Xwe Bilind Dikin


Bi sedan Efrînîyên derbider, bi armanca şermezarkirina dîwarê ku artêşa Tirk li herêma Efrînê ava dike, xwepêşandanek li dar xist.

Efrînîyên ku li Şehba penabe rin, ji danê sibê de li gundê Sixonekê yê Şêrewa, ku tenê yek kîlometre dûrî dîwar e, kom bûn û xwepêşandan li hember dîwarê li gundê Kîmarê pêk anîn.

Mihemd Genco got ku Tirkîyê dixwaze Efrînê ji Sûrîyê qut bike. “Em li dijî vê kiryarê ne û em şermezar dikin, em ti carî Efrînê bernadin, çimkî ew axa bav û kalên me ye”.

Xwepêşandana Efrînîyan piştî nîvro veguherî gireva hember dîwêr û siloganên şermezarkirinê hatin bilind kirin, herwiha ji civaka navneteweyî xwestin ku rê li ber Tirkîyê bigire.

Yûsif Cemîl bal kişand ku Ev ne Berlîna şerê Sar e ku sînor û dîwaran ava bikin. “Efrîn warê me ye. Em jê koçber kirine û dagir kirine. Em razî nabin wê bikin Îskenderûn yan Qibris. Emê wê rizgar bikin”.

Xwepêşanderan nerazîbûna xwe ji bêdengîya rejîma Sûrî anîn ziman û helwesta Rûsya wek plangerîya bi Tirkîyê re nîşan kirin.

Efrînîya bi navê Şazîye Îbrahîam jî got ku ger Rûsya bersîveke zelal nede wan, ewê bang li zarokên xwe di nava HSD’ê de bikin. “Emê ji zarokên xwe re bêjin ku bila werin em Efrînê rizgar bikin”.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk ji 8’ê Nîsanê ve, dest bi avakirina dîwarekî kiriye. Dîwar li dor gundên başûr û rojhilata Efrînê tê ava kirin û ta niha li gundên Cilbirê, Miryemîn û Kîmarê bi qasî 2 km hatiye çêkirin.

NR_04_25_2019_Dîwar
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG