Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dora Efrînê û li Herêma Şehba Şerên Dijwar Didomin


Îro ji danê sibê de li enîyê rojhilata Efrînê şer di navbera artêşa Tirk û komên tundrê yên pê re û Hêzên Sûrîye Demokratîk (HSD) diqewime.

Di vî şerê ku ta amadekirina vê nûçeyê didome de, artêşa Tirk gundên herêma Şehba bi dehan top û muşekan armanc kirin.

Dîsa, li gundên Merenaz û Eyn Deqnê jî pevçûnên dijwar rûdane û di wan pevçûnan de çekên giran hatin xebitandin.

Li gor jêderên leşkerî ji devera şer ji Dengê Amerîka re ragihandine, HSD'ê bersîveke tund daye êrîşan û nêzî 30 çekdarên tundrê kuştine û 1 jî dîl girtiye. Di şer de herwiha 2 erebeyên BMB jî hatin rûxandin.

Di pevçûnên îro de heta nivisîna vê raportê, 4 şervanên HSD'ê jî birîndar bûne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku gunde Eyn Deqnê di Sibata 2016'an hatibû rizgar kirin. Ew gundekî stratejîk e ku di navbera balafirgeha Minix û bajarokê Arfad (Til Rifat) de cîh digire û pir caran dibe armanca komên ser bi Tirkîyê.

Nûçegîhana me Newroz Reşo zindî tev li bernamê bû û ev agahî ji Efrînê ragihandin.

NR_7_17_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG