Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Ser Rewşa Efrînê Nameyeke Hevbeş Dişînin Neteweyên Yekbûyî


Hejmareke alîyên sîyasî û hiqûqî yên Kurdî li Sûrîyê nameyeke hevbeş ji Neteweyên Yekbûyî û Konseya Mafê Mirovan re şandin.

Nameya ku ronîyê dixe ser rewşa Efrînê û kiryarên ku Tirkîye li vê herêmê, ji alîyê 13 pêkhateyên sîyasî û hiqûqî ve hate îmza kirin.

Alîyên name îmze kirine ev in:

Hevbendîya Niştîmanî ya Kurdî, Partîya Yekîtîya Demoqratîk (PYD), Partîya Demoqrat ya Pêşverû, Partîya Biratî ya Kurdistanî, Navenda Dadê ya Mafê Mirovan li Sûrîyê, Komîteya Kurdî ya Mafê Mirovan (El-Rasêd), Rêxistina Kurdî ya Mafê Mirovan (DAD), Komela Gelên Bin Gefê li Almanya, Sazîya Êzdîna, Sazîya Binyat ya Yasayî, Komela Hêvî ya Çandî li Belçîka, Navenda Lêkolîn û Xwendinên Qanûnî li Almanya, Desteya Yasayî ya Kurdî (DYK).

Endamê komîteya rêvebir ya Desteya Yasayî ya Kurdî, parêzer Husên Neso li ser nameya ku hatiye şandin wiha dibêje:

“Me kiryar û destdirêjîyên Tirkîyê û komên tundrê yên li Efrînê, wek kuştinkarî, lêdan, revandin, dizîna malên xelkê û guhartina demografîk ya dîjî Kurdan, şîrove kirin.”

Neso hebûna Tirkîyê li Efrînê wek dagirkerî bi nav dike û daxwaza derketina hêzên wê ji Efrînê dike.

“Tirkîye li gor qanûn û peymanên navneteweyî dewleteke dagîrker e û divê ji nav axa Sûrîyê li Efrînê vekişe û vegere paş sînorê xwe.”

Neso ji dewleta Tirk dixwaze ku berpirsîyên xwe li Efrînê bi cîh bîne:

“Jiber ku Tirkîye niha li Efrînê serdest e, divê bi erkên xwe rabe. Hemî kiryarên li Efrînê diqewimin dijî qanûnên navneteweyî ne. Divê Tirkîyê weke dewleta dagîrker li gor Peymana Lahey ya 1907'an (Hague Convention of 1907) û Peymanên Cenêv ya 1949'an (Geneva Conventions of 1949) tevbigere û zêdegavî û destdirêjîya dîjî sîvîlan were dawî kirin.”

Neso dîyar kir ku wan bi wê nameyê xwest ku bala bîragiştî ya cîhanî û sazîyên peywedîdar bikşînin ser kiryar û zêdegavîyên Tirkîye û komên çekdar yên li Efrînê.

“Me herwiha xwest ku li cîhanê bimînin ku nêrîneke Kurdan ya hevbeş dijî dagîrkerîya Tirkîyê heye. Emê sekneke şermezarkirinê li pêş Konseya Mafê Mirovan li dar bixin û nameya xwe dîsa bigehînin wan,” Neso got.

NR_05_31_2018_Afrin_UN
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00

XS
SM
MD
LG