Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê Efrînîyê Revandî, Piştî 40 Rojan Hate Dîtin


Şerefdîn Sîdo, lawê wî Mihemed û merivê wî Reşîd Xelîl
Şerefdîn Sîdo, lawê wî Mihemed û merivê wî Reşîd Xelîl

Termê Efrînîyê bi navê Şerefdîn Sîdo, 40 roj piştî revandina wî, li nava baxçeyên gundê Qestel Cindo hate dîtin.

Dîdevanan ragihand ku nîşaneyên lêdan, şewat û êşkencê li ser term wî dîyar bûn, û guman heye ku ew ji mêjve hatibe kuştin.

Sîdo yê 60 salî ye, ji devera Cindirês ya Efrînê ye û ew di 13'ê meha Gulanê de dema ligel kurê xwe Mihemedê 9 salî û merivê xwe Reşîd Xelîl diçûn bajarê Ezazê, ji alîyê komeke çekdar ve hatibûn revandin.

Çekdaran di 18'ê Gulanê de wêne û dîmenên êşkencekirina kesên revandî ji malbatên wan re şandibûn û 100 hezar dolar pere weke fîdye xwestibûn.

Şerefdîn di vîdyoyekê de ji malbata xwe xwestibû ku hemû mal û mulkê wî bifroşin û pereyan bidin çekdaran da ku wî nekujin.

Lê, jiber ku malbatê nikarîbû pereyan bidin, çekdaran Reşîd Xelîl bi tundî êşkence kirbûn, piştre kuştibûn û termê wî çekiribûn ser rêya Gundê Qestel Cindo ya devera Şera.

Di dawîya Gulanê de jî hatibû ragihandin ku lawê Reşîd Xelîl, Mihemed ku xwedî pêwîstîyên taybet e, hatiye kuştin, lê ta niha termê wî nehatiye dîtin.

Çalakvanên herêmê îdia dikin ku serdestên deverê û dasthilatên Tirk li Efrîn û Ezazê gilî û bangewazîya malbatê berçav nedîtine, tevî ku malbatê 10 hezar dolar dane koma çekdar ya bi navê Ceyş El-Şerqiye ku piranîya çekdarên wê ji Derêzorê ne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihandibû ku 2800 rûniştvanên Efrînî yên sivîl li zindanên komên çekdar girtî ne, ku ew kom bin kontrola artêşa Tirk de ne.

SOHR dibêje ku çekdar bi rêya foto û vîdyoyên êşkencekirinê gefê li malbatên girtîyan dixwin û jibo her kesekî ji hezar ta 50 hezar dolar fîdye dixwazin.

NR_06_24_2019_Şerefdîn Sîdo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG