Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewilên Belgekirina Binpêkirina Mafên Mirovan li Efrînê Didome


Rêxistinên mafên mirovan yên navneweteyî û xwecihî li Rojava xebatên belgekirina binpêkirina mafê mirovan li Efrînê didomînin ku pêşkêşî Çavdêrîya Mafên Morovan (HRW) bikin.

Rêxistinên mafên mirovan li Kantona Cizîrê hejmareke bûyerên binpêkirinê, ji devê kesên rastî tundiyê hatine, ji jin, zarok û zilaman belge kirine.

Komîteya Mafnasên Sûrî ya jibo Efrînê dide zanîn ku ta niha 1189 gilî giheştine ber destê wan ku 722 ji wan gilîyên jinan in.

Endama komîteyê Evîn Cuma dibêje ku gel binpêkirinên ku li Efrînê dibin, digihîne ber destê rêxistinên mafê mirovan û ew jî tiştên çêbûne, bi rêya çavdêran re, bi wêne û vîdyo ji devê qurbanîyan belge dikin.

Serokê Rêxistina Mafê mirovan Galib Derwîş jî anî ziman ku ew hewil didin rêxistinên mirovahî bi van binpêkirinan agahdar bikin.

“Hejmara birîndaran bûne 323 mêr, 163 jin û herwiha 614 kesên revandî hene û 55 destdirêjiyên sêksî di derheqê jinên Efrînê de hatiye kirin.”

Derwîş bi bîr tîne ku ji dema oprasyonên artêşa Tirk de, çend car in ku rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî Tirkîye û komên girêdayî wê bi tawana binpêkirina mafê mirovan li Efrînîyan tawanbar dikin.

ZO_11_19_2018_Efrin
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

XS
SM
MD
LG