Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdîyên Efrînê Bal Dikşînin Ser Xeterîya Qirkirineke Nû


Êzîdîyên Efrînê, bi seknekê êrîşên berdewam yên artêşa Tirk û komên tundrê yên pêre şermezar kirin.

Di sekna ku li Qada Azadî ya li bajarê Efrînê pêk hat de, bi dehan Êzîdî hazir bûn û daxuyanîyek ji bîragiştî re xwendin.

​Êzîdîyên Efrînê bal kişandin ser metirsîyên ku kêmanîyên olî rûbirû dibin û banga parastinê kirin ku fermaneke nû li serê wan dubare nebe.

Hevseroka Yekîtîya Êzîdîyan li Efrînê, Sûad Hiso got ku topbarana ser gundên Êzîdî ji alîyê artêşa Tirk û komên pê re, qirkirin e.

"Erdogan bêdengîya navneteweyî ji xwe re fersend dîtîye ku êrîşî me bike," Xanim Hiso got.

Silêman Cefer, berpirsê karên derve yê kantonê jî bêdengîya navneteweyî rexne kir.

"DAIŞ û komên selefî yên cîhadî, piştî têkçûna wan li Reqa û Şengalê niha berê xwe dane Efrînê û êrîşî me dikin."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku her 23 gundên Êzîdîyan li Efrînê rastî êrîşan tên û xeterî li ser vê kêmanîya olî heye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG