Nûnerên 7 dewletên Afrîqa serdana Ukrayna û Rûsya dikin.
Serokê Afrîqaya Başûr Cyril Ramaphosa rêberîya şandeyê dike ku têde ji Misir, Senegal, Giravên Komor, Uganda, Zambîya û Komara Kongo nûnerên payabilind hene.
Serokomarê Senegal Macky Sall, Serokomarê Zambîya Hakainde Hichilemaû Serokomarê Komoran Azali Assoumani, ku niha jibo Yekîtîya Afrîqa jî seroktîyê dike, di şandeyê de ne.
Rêberên Afrîqê piştî danûstandinên bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dê sibê Şemîyê jî bi Serokomarê Rûsya Vladimir Putin re bicivin.
Dewletên Afrîqa ser şerê Rûsya û Ukrayna bi nêrînên ji hev cihê difikirin.
Tê dîtin ku Afrîqa û Uganda nêzîkî Rûsya disekinin, lê Zambîya, Komoran jî li hêla dewletên Rojavayî ne.
Misir, Senegal û Kongo jî pirtir bêalî xuya dikin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rêberên Afrîqî dê di serdanan de navbeynkarîyê bînin rojevê.
Reuters dîyar dike ku dewletên Afrîqî dixwazin di navbera Rûsya û Ukrayna de rêkên danûstandin û dîplomasîyê vekin.
Bi şerê Rûsya û Ukrayna re li Afrîqa enflasyonê xwarinê zêdetir bû û bidesxistina danûdexl jî ket rewşeke dijwar.
Bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkîyê her çiqas sala borî peymana danûdel hat îmza kirin, jî Putin di rojên borî de nîşan da ku ew dikarin ji peymanê vekişin.
Jêder: Reuters