Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê hikûmeta Afrîqa Başûr ragihand ku wî welatî qedexeya derketina derve, ku bo nîvê şevê di merîyetê de bû, rakirye.
Reutersê dîyar kir ku karbidestên hikûmeta Afrîqa Başûr dibêjin ku ew bawer dikin ku wan pêla çaran ya vîrusa korona ya bi cureya Omicronê berbelav bûbû, derbaz kiriye.
Serokomarîya Afrîqa Başûr dîyar kir ku biryarên dawî yên ser tedbîrên dijî pandemîyê li gor rêjeya karanîna vaksînan û kapasîteya nexweşxaneyan hatine ragihandin.
Li Afrîqa Başûr pênc astên hişyarîya COVID-19 hene û ew niha di asta herî nizm de ye.
Karbidestên Afrîqa Başûr dibêjin ku hemî nîşane raber dikin wan pêla çaran ya vîrusa korona derbaz kiriye.
Hikûmet dîyar dike ku di hefteya heta 25’ê Berfanbarê de, li gor hefteya berî wê, ku têde 127,753 pêketin hatine tomar kirin, 29,7 ji sedê kêmtir pêketine hatine tomar kirin.
Afrîqa Başûr bi 3,5 mîlyon pêketin û 91,000 mirinên ji vîrusa koron li parzemîna Afrîqa welatê rewişa wî herî xirab e.
Li gor tedbîrên dawî, li Afrîqa Başûr li mekanên hindur herî zêde 1000 kes dikare li hev bicive û li derve jî ew sînor 2000 kes e.
Berpirsên saxlemîyê yên Afrîqa Başûr dibêjin ku her çiqas cureya vîrusa korona li gor cureyên din pirtir belav dibe jî di pêla dawî de li gor demên din kêmtir kes ketine nexweşxaneyan.