Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cezayîr Pêşnîyareke Nû Tîne Pêş NY ku Şerê li Refahê Bisekinîne


Cezayîrê roja Sêşemê bernivîsek ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re pêşnîyar kir ku li Kerta Gaza daxwaza agirbestekê û berdana hemî dîlên destê Hamasê dike û di bingehê de ferman dide Îsraîlê ku opersayona xwe ya leşkerî li Refahê demûdest bisekinîne.

Balyozê Cezayîrê yê Neteweyên Yekbûyî, Amar Bendcama piştî civîneke Civata Ewlekarî ya paş derîyên girtî got ku armanca wê pêngavê "sekinandina kuştinkarîyên li Refahê" ye.

Di bernivîsa Cezayîrê de, ku Reuters dîtîye, zimanekî tund tê karanîn û tê gotin ku divê hêza dagirker, Îsraîl bi lezûbezî operasyona xwe ya leşkerî û hemî kiryarên din yên li Refahê rawestîne.

Reşnivîs herwiha cîh dide biryara Dadgeha Dadmendî ya Navnetewî (ICJ) ya hefteya borî ku li ser serlêdana Afrîqaya Başûr, ferman dabû Îsraîlê ku operasyona xwe ya leşkerî ya li Refahê rawestîne.

Dîplomat dibêjin ku Civata Ewlekarîyê dikane di nava çend rojan de dengdanê li ser vê pêşnîyara Cezayîrê bikie.

Hewila Cezayîrê piştî êrîşa Îsraîlê ya roja Yekşemê tê ku herî hindik 45 kes li kampkeke çadirî ya li Refahê hatibûn kuştin, ku wek devereke ewle hatibû destnîşan kirin.

Îsraîlê gotibû ku armanca wê milîtanên Hamasê bû û nîyeta wê tunebû ku zarar bide sivîlan.

Hêjayî balkişandinê ye ku di Civata Ewlekarî ya 15 endamî de, divê herî hindik 9 deng hebin û ti veto ji Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya û Çînê nebin ku ew were pejirandin. Amerîka heta niha 3 pêşnîyar veto kirine û rê nedaye ku ti bernivîsên ser şerê li Gaza ji civatê derbaz bin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG