Mediya Amerîkî îro Yekşemê ragihand ku di dîroka Kalîforniyayê de şewata herî mezin her ku diçe mezintir dibe.
Şewata ku nihala navnedî ya wîlayeta California (Kalîfornya) li çar herêma belav bûye zêdetirî 400,000 donim erd şewitandine û hîn jî mezintir dibe.
Roja Şemiyê zêdetirî şeş hezar agirkujan bi berdewamî xebata li dij yek ji mezintirîn şewatan li Amerîka meşandin, li gorî Reuters, di dîrokê de wek çaremîn şewata herî mezin li wîlayetê tê hejmartin.
Meteorologan diyar kirin ku roja şemiyê baran pir kêm bûn jî, germahiya ku gihişt 38 pileyî, li gel bayên ku li hin deveran leza wan di saetê de 25 kîlometre an jî zêdetir bû, karê agirkujan zehmetir kir.
Hat îddîakirin ku roja 24ê Tîrmehê zilamekî bi zanebûn bi rêya şewitandina trimbêlekê û berdana bi nihalekê de ku nêzî 20 metran kur e, li nêzî Chico, California, agir bi parkê ket. Ji hingê ve, agir zêdetirî 400,000 hektar erd şewitandiye, ku herêmek ji bajarê Los Angelesê mezintir e.
Karbidestan got, wî zilamê 42 salî heta roja Şemiyê jî tawana xwe qebûl nekiribû, lê bi şewitandinê hate tawanbar kirin û bêyî kefalet hate girtin.
Nêzî 12 roj in, şewat dom dike zêdetirî 560 xanî û avahiyên din ji ber hişkatiyê şewitîne.
Karbidestan got ku şewat heta doh Şemiyê jî di asta 27% de bû.
Ji ber Şewata Parkê zêdeyî 4 hezar kes hatin veguhastin.
Berpirs dibêjin ku jiber ernîgariya asî û zehmet ya herêmê tîmên agirkujiyê nikarin bilez tev bigerin. Herwiha alavên agirkujiyê kêm dibin, bi rêya helîkopteran helmeta agirkujiyê dom dike.
Ji ber ku demsala şewata çol û daristanye e metirsîya berdewamî û derketina şewatênn din jî heye.
Navenda Agirkujiyê ya Niştîmanî jixwe daxwaza alîkariyê ji agirkujên li Awusturalya û New Zealand yê kirîye, ku dê ji 7ê Tebaxê ve bigihîjin û li wîlayeta Oregon û Washington werin belav kirin.