Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirê Dijwar ê Daristanên Belcîkayê Ber bi Sînorê Almanyayê ve Diçe

Dîmenên belavbûna agir li herêma Hautes Fagnes (High Fens), Belcîka 15 Tebaxê, 2026.
Dîmenên belavbûna agir li herêma Hautes Fagnes (High Fens), Belcîka 15 Tebaxê, 2026.

Agirê dijwar ê li Herêma High Fens a rojhilatê Belcîkayê ji roja Înê ve berdewam e û agirkujên ji Belcîka, Almanya û Luksemborgê bi alîkarîya artêş û cotkaran hewl didin ku wî agirî kontrol bikin.

Ajansa Reuters li gorî rayedarên herêmî radigihîne ku agir heta serê sibeya Yekşemê li ser rûbera 3,000 hektaran belav bûye.

Ev agir ji agirê sala 2011'an, ku nêzîkî 1,400 hektar şewitandibûn, duqat dijwartir û metirsîdartir e.

Rayedarên herêma Wallonia ya Sînorî ferman dane ku gundên li herêmê werin vala kirin, rûniştvan bi alîkarîya tîmên agirkujîyê hewl didin agir kontrol bikin.

Rayedarên bajarê Monschau yê Almanyayê, ku li nêzî sînorê Belcîkayê ye got ku agir her diçe berfireh dibe û dê bikeve nav axa Almanyayê, ji ber dûmana giran û bi bandor, rayedaran ji niştecihên deverên nêzî sînorê xwest ku ji herêmê dûr bibin.

Yekîtîya Ewropayê jî piştî daxwaza Belcîkayê sê helîkopter û du balafirên taybet ên avrijandinê bo alîkarîya kontrolkirina agir şandine herêma ku şewat lê derketiye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG