Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî bi Agirbestê Qayil Dibe


Artêşa Sûrî dibêje, ewê hemî operasyonên xwe yên leşkerî, li ser xatirê Eyda Qurbanê radiwestîne û ji sibeha Înîyê heta Duşemê agirbest radigîhîne. Lê, artêş lêzêde dike û dibêje, mafê wê parastî ye ku bersîva êrîş û bombekirinên serhildayan bide.

Artêşa Sûrî herwiha hişyarî da welatên cîran ku di dema agirbestê de alîkarîya şervanên serhilda nekin ku bi qaçaxî derbazî axa wê bikin.

Qumandarekî Artêşa Azad ya Sûrî jî got, şervanên wî dê agirbestê bicîh bînin, lê eger rastî êrîş werin, bersîva wan bidin.

Lê, gruba Îslamî ya bi navê Ensar El Îslamku li Sûrîyê aktîv e, ragihand ku ew dê pênasînê bi vê agirbestê neke.
XS
SM
MD
LG