Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Kolombîya û ELN Agirbestê Îmza Dikin


Santos bi çekdarê ELN re agirbestê radigihîne
Santos bi çekdarê ELN re agirbestê radigihîne

Hikûmeta Kolombîya û Artêşa Rizgarîya Neteweyî (ELN) ser agirbesteke demkî li hev kirin.

Hikûmet û rêxistina çekdarî ji 50 sal zêdetir e şer dikin û cara yekê ye agirbestekê îmza dikin.

Serokê Kolombîya Juan Manuel Santos dîyar kir ku agirbest di 1’ê Cotmehê de destpê dike û dê heta 12’ê Rêbendanê bidome. Santos da zanîn ku dibe ku dema agirbestê dirêjtir jî bibe.

ELN jî bi tweetekê got ku ‘’Erê, me kir! Spas bo herkesê kir ku em bigihêjin agirbesta dualî’’

Hikûmet, bi Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC) re, piştî danûsitandinên 4 sal agirbest îmza kiribû. Rêxistina çekdar, çekên xwe hemî radest kirin û dest bi siyasetê kir.

Danûsitandinên hikûmet û ELN’ê, di meha Sibatê de, li Quito ya paytaxta Ekvatorê destpê kiribû.

Hikûmeta Kolombîya, ser agirbesta bi ELN’ê re, dê şertên pêşengên wê yên di girtîgehê de baştir bike.

Li gor îstixbarata Kolombîya bi qasî 1500 çekdarên ELN’ê hene.

XS
SM
MD
LG