Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîkayê 3 Kes di Kuştina Ahmaud Arbery de Sûcdar Hatin Dîtin


Komîteyek sondxwaran li wîlayeta Georgia ya Amerîkî sê mêrên spî di kuştina ciwanekî Amerîkî Afrîqî de sûcdar dît.

Gregory McMichael yê 65 salî, kurê wî Travis McMichael yê 35 salî û cîranê wan William Bryan yê 52 salî bi wê yekê hatibûn tawanbar kirin ku wan li Sibata sala 2020an dabû dû Ahmaud Arbery û ew kuşitbû.

Li dema darizandina dirêj, komîteya sondxwaran li gelek kesan derbarê wê bûyerê guhdarî kir.

Dozgera serekî di doza kuştina Arbery de, Lunda Dunikoski got: “wan biryara xwe da ku êrîşî Ahmaud Arbery bikin jiber ku ew kesekî reş bû û li kolanê baz dida.”

“Wan ew kuşt ne jiber ku ew metirsî bû li ser wan. Ne çek, ne gefe, ne jî derfet bo xwestina alîkarîyê. [Arbery] çend xulekan reviya,” Dunikoski diyar kir.

Ji bilî kuştin û êrîşa cidî, her sê mêrên ji Georgia herwiha bi hewildana revandinê û tawana kîndarîyê hatin sûcdar kirin.

Travis McMichael tawanbarê bi tenê bû ku derket pêş komîteya dadgehkirinê. Di îfadeya xwe de, wî got ku wî demançeya xwe bi mebesta xweparastinê li dijî Arbery bikar anîbû.

Her sê tawanbaran got ku ew ne sûcdar in û wan guman dikir ku Arbery hatibû dizîya malên wan li taxa ku piranîya rûniştvanên wê spî ne.

Franklin Hogue, yek ji parêzerên hersê tawanbaran.
Franklin Hogue, yek ji parêzerên hersê tawanbaran.

Di argumana xwe ya dawî de, Jason Sheffield, yek ji parêzerên Gregory û Travis McMichael, vîdyoyek pêş komîteya sondxwaran kir, tê de dîyar dike ku Arbery destê xwe avêtîye demançeya Travis McMichael berî teqelêdanê.

“Mafê te heye tu berevanîya xwe bikî. Mafê te heye tu hêzê bikar bînî ku dibe ku kuştinê yan birîndarkirinê bi xwe re bîne, eger tu bawer dikî ew pêwîst e. Di wê kêlîkê de, Travis bawer dikir ku ew pêwîst be, ev qanûn e ji kesekî di rewşa Travis de,” Sheffield got.

Kuştina Arbery sala borî bûbû sedema xwepêşandanan li seranserê Amerîkayê piştî ku polîs kesên berguman tawanbar nekiribû, piştî ku vîdyoya kuştina wî li ser malperên medyaya civakî hatibû belav kirin.

XS
SM
MD
LG