Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îlham Ahmed Dibêje Amerîka Dê li Sûrîyê Bimîne


Ilham Ahmed and Riad Darar
Ilham Ahmed and Riad Darar

Seroka Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, Îlham Ahmed roja Pêncşemê piştî hevdîtinên li Washingtonê bi nûnerên Qesra Sipî, Wezareta karên derve û Pentagonê re, ji Ajansa Reutersê re axifî.

Îlham Ahmed dîyar kir ku Amerîka ewê li Sûrîyê bimîne da ku DAIŞ'ê têk bibe, binesazîyê ava bike û bo çareserîyeke siyasî ya piştî zêdetirî 10 salên şerê navxweyî, bibe aktor.

Wê dest nîşan kir ku Amerîkayê sozek eşkere daye Kurdan.

"Wan soz da ku bo têkbirina DAIŞ'ê çi ji destê wan were dê bikin û jibo avakirina binesazîyê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bixebitin," Ahmed got.

We destnîşan kir ku wan gotine ku ewê li Sûriyê bimînin û venekişin - ewê şerê dijî DAIŞ'ê bidomînin," Ehmed got.

Ehmed ragihand ku Amerîka di revebirîya Trump de û dema vekişîna ji Afganistanê de ne zelal bû, lê vê carê wan her tişt zelal kir.

Hevdem, Ahmed got ku Kurdan ji Amerîkiyan xwestiye ku bo vekirina derîyê sînor yê El-Yaarubîyah ya di navbera Sûriye û Îraqê de alîkar bibe; da ku alîkarîya navneteweyî were kirin.

Ahmed, ku meha borî li Moskowê bi Wezîrê karên derve yê Rûsya Sergei Lavrov re hevdîtin kir, got ku Kurd bi Rûsan re jî diaxifin - "lîstikvanê sereke li Sûriyê" - û amade ye ku bi Îranê re jî diyalogê bike.

"Em di demeke kurt de pir tiştan çaverê nakin. Em hêvî dikin ku Amerîka dê ji bo çareserî yeke siyasî ya li Sûrîyê roleke çalaktir bilîzin - divê ew vê yekê bikin," Ahmed got.

XS
SM
MD
LG