Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk Dibêje Ew û Bahçelî Piştî Banga Ocalan Ser Geşbînîyê Axifîne


Sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk ser axaftina xwe ya bi Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî re peyivî.

Turk ji Halk TV re got ku Bahçelî piştî banga çekberdanê ya Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan bi rêka telefonê bi wî û bi Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re axifîye.

‘’Got pir baş e û spasîyên xwe pêşkeş kirin. ‘Ez hêvî dikim ku ewê her tişt rind derbaz be, ez ser vê mijarê pir kêfxweş bûm’ got.’’

Turk dîyar kir ku hewcedarîya Kurdan û Tirkan bi hevdu heye û divê herkes bi hişmendîyeke wisa tevbigere.

Wî bi berdewamî got ku bi hezaran kes bi awayekî ne hiqûqî di girtîgehan de ne û dîyar kir ku divê hin gav werin avêtin.

Ocalan, ku 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye, 27’ê Sibatê bi rêka şandeya DEM Partî bang li PKK’ê kir ku çekan berde û dawî li xwe bîne.

PKK’ê ser banga Ocalan dîyar ku ewê li gor wî tevbigerin û agirbest ragihand.

Vê peyvajoyê dawîya sala borî re bi gav û gotinên Bahçelî destpê kir.

Bahçelî di komcivîna partîya xwe de bang li Ocalan kiribû ku bi şertê pûçkirina PKK’ê di komcivîna DEM Partî biaxife û jibo mafê hêvîdarbûnê serlêdanê bike.

Wan gotinên Bahçelî, ku wek rêberê Tirkên neteweperwer tê zan'î, di bîragiştî ya Tirkîyê de deng vedabûn.

Jêder: Gazete Duvar, Halk TV

XS
SM
MD
LG