Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk: Ev Dem yan Bibe Dema Azadîya Gelê Kurd yan jî Têkçûna Wan


Ahmet Turk
Konferansa Îslamî ya Kurdistanî li Dîyarbekirê destpêkir.

Jibo konferansa ku ê du roj dewam bike, ji gelek dever û bajaran nêzî 250 alim, şêx, seyîd rûsipî û melayên Kurd beşdar bûn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk îfade kir ku dînê îslamê, li hemberê zilmê, qetil û rûreşîyê ye lê dewletên serdest neha Îslamê jibo sîyaseta xwe bikar tînin û got bi vê awayê îslamê dikin qurbana sîyaseta xwe. Sîyasetvanê Kurd diyar kir ku Kurdan tu caran Îslamê nekirine amurê sîyasetê. Hevserokê KCD got ev dem yan wê bibe dema azadiya gelê Kurd yan jî têkçûna wan.

Parlamenterê BDP yê Dîyarbekirê Altan Tan da zanîn ku di konferansê de li gor qaydeyên Îslamîyetê û li gor rewşa neha ya Rojhilata Navin pirsgirêka Kurd çewa çareser bibe, dê bê nîqaş kirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê Osman Baydemîr destnîşan kir ku Kurdan tu caran zilmê li gelê dinê nekirine lê ji 200 salan zêdetir e ku Kurd, li ser axa xwe rastê zilmê tên û tu mafê wan ên netewî nayê qebûl kirin. Şaredarê dîyarbekirê got xelasî û wekhevî di tifaqê de ye.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG