Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Şik: Hilbijêrên HDP'ê di Gera Duyê de Dengê Xwe dê Bidin Muharrem Înce


Berbijarê parlamenterîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ahmet Şik dîyar kir ku hilbijêrên HDP’ê ewê di gera duyê ya hilbijartina serokomarîyê de dengê xwe bidin Muharrem Înce.

Ahmet Şik, ku bo parlamenterîyê berbijarê HDP’ê yê Stenbolê ye, di bernameyeke FOX TV de dîyar kir ku di hilbijartinê de ‘’hişên hevpar’’ hene.

‘’Hişê hevpar yê ku ne alîgirê HDP’ê ye, bo ku HDP di parlamentoyê de cîh bigire dengê xwe dide wê. Bila ew kes bawer bikin ku dê hilbijêrên HDP’ê hişê hevpar bimeşînin û di gera duyê de dengê xwe bidin Muharrem Înce’’


Muharrem Înce berbijarê serokomarîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye. Înce, bo ''hilbijartineke adil'' xwestibû ku berbijarê serokomarîyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye, were berdan û serdana wî jî kiribû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG