Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyonên Dijî Sîyasetvanên Kurd Didomin, Îro jî Ahmet Turk Hate Binçav Kirin


Ahmet Turk bu hazirbûna Demîrtaş û sîyasetvanên din axaftinekê dike
Ahmet Turk bu hazirbûna Demîrtaş û sîyasetvanên din axaftinekê dike

Polîsên Tirk îro Duşemê, Ahmet Turk ê sîyasetvanê derîn yê Kurd û hevşaredarê bajarê Mêrdînê li mala wî binçav kir.

Turk 74 salî ye û cara yekê di 1973’an de wek parlamenterê Mêrdînê hatibû hilbijartin û cara dawî jî heta 2015’an wek endamê parlemanê kar kiribû.

Reuters ragihand ku Turk di bin çarçoveya lêpirsîna terorê de hate binçav kirin ku heta niha bi dehan Kurdên din bi heman sedemê hatine desteser kirin û girtin.

Karbidestên Tirk herwiha hevşaredarê Artuklu ya Mêrdînê, Emîn Irmak jî desteser kir ku ew jî hefteya borî ji karê xwe hatibû dûrxistin.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha nêzîkî 40 bajarvanên Kurd, bi heceta ku peywendîya wan ligel PKK hene, ji kar hatine dûrxistin.

XS
SM
MD
LG