Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Koma Tundrê Ahrar el Şerqîya Dixe Lîsta Toleyan


Wezareta Xezîne ya Amerîka jiber tawanên dijî sivîlên û zêdegavîyên dijî Kurdên Sûrîyê, îro Çarşemê tole danî ser rêxistina çekdar ya Ahrar el Şerqîya li Sûrîyê.

“Vê grubê li dijî sivîlan, di nav de jî Kurdên Sûrîyê, gelek tawan pêk anîne û gelek kuştinên bêdadgeh, revandin, êşkence û dizîna mal û milkên xelkê kirine,” Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de ragihand.

Wezaretê da zanîn ku yek ji tawanên Ahrar el Şerqîya kuştina sîyasetvana Kurd Hevrîn Xelef bû. Xelef, seroka Partîya Sûrîya Paşerojê û parêzvanê wê di Cotmeha 2019’an de bi destê van çekdaran hatibûn kuştin.

Wezaretê herwiha du rêberên vê gruba çekdar di nav cezayan de destnîşan kir.

Ehmed el Hayes, ku bi nave Ebu Hatim Şeqra tê nasîn, yek ji her du rêberên Ahrar el Şerqîya ye ku Amerîka ceza danîye ser. Destê wî bi awayekî rasterast di gelek binpêkirinên mafên mirov yên vê mîlîşyayê de heye. El Hayes herwiha di revandina jin û zarokên Kurdên Êzîdî de jî roleke girîng lîstîye.

Daxuyanîyê herwisa got ku Ahrar el Şerqîya, di bin El Hayes de hin endamên rêxistina DAIŞ’ê jî xistine nav refên xwe.

Ji bilî vê gruba çekdar, Wezareta Xezîne ceza danî ser heşt zindanên rejîma Sûrî û pênc karbidestên ku berpirsên wan girtîgehan in. Hikûmeta Amerîkî dibêje ku ev kes beşdarî binpêkirina mafên girtîyan bûne.

“Ev toleyên îro muhasebekirina bo binpêkirinên dijî gelê Sûrîyê didin pêş û rê li ber alîyên xirab digirin ku sîstema darayî ya navnetewî bi kar neyên,” Andrea M. Gacki, Rêvebera Ofîsa Kontrolkirina Sermiyanên Bîyanî, eşkere kir.

“Ev gav pêgirîya Amerîka ya xurt li dijî binpêkirinên mafên mirov li Sûrîyê nîşan dide, her kî sûcdar be,” wê got.

Pisporên qanûnî dibêjin ku ragihandina îro li ser rêya rast gaveke baş e.

“Bi rastî jî van cezayan dîyar kir ku Amerîka bi awayekî balanskirî nêzîkî doza mafên mirov li Sûrîyê dibe,” Besam Ehmed, serokê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendî, ji Dengê Amerîka re got.

“Gelek grubên din yên çekdar li bakurê Sûrîyê ku tawanên mezin li dijî sivîlan dikin û divê Amerîka ji wan jî hesab bipirse. Gelek ji van gruban xwedîyên heman îdyolojîya DAIŞ’ê ne,” wî got.

XS
SM
MD
LG