Piştî ku hişberîya çêkirî (Artificial Intelligence- AI) êdî xwe berdaye hemî warên jiyanê, bikaranîna wê bûye wek şûrekî du alî. Ji aliyekî ve karê mirovan hêsan û zûtir kiriye, lê ji aliyê din ve rola afirnadina mirovî kêm dike û dibe ku rojek bê jî wê tune bike.
Hişberîya çêkirî ew teknîk e ku alîkarîya makîne û kompûteran dikin da ku rabûnûrûniştina mirovan kopî bikin.
Pêşketina vê teknolojîyê ji bo gelek nivîskarên çîrok û romanan jî metirîyeke cidî anîye holê, jiber eger kêmkirin yan jî tunekirina bîrokeya afirîneriyê.
Zêdetirî 10,000 nivîskaran vê havînê piştigrîya nameyeke vekirî ji Komeleya Nivîskaran ya Amerîkayê bo kompanîyên AI kirin, tê de daxwaz kirin ku berhemên mafên wan parastî bêyî destûr an pere bikar neyînin.
Di heman demê de, hişberîya çêkirî bûye çîrokek bi serê xwe ku bala mirovan dikişîne. Ew nema êdî xeyaleke zanistî bi tenê ye, lê ew bûye rastiyek di jiyana mirovan ya îro de.
Nivîskar Helen Phillips, ku romana wê ya li ber çapê "Hum" behsa jin û dayikekê dike ku karê xwe ji ber AI ji dest dide, dibêje “Ez ji hişberîya çêkirî ditirsim, lê di heman demê de heyrana wê me. Hêviyek ji têgihîştina pêşbîn heye, ji bo berhevkirina hemî zanînê. Lê di heman demê de tirsek xwerû heye ku ev zîrektîya çêkirî bi zîrekbûna mirovî ve were guhertin."
Ryan Doherty, cîgirê serok û rêvebirê pêdeçûnê li weşanxaneya Celadon Books got ku "Em di pêşniyarên pirtûkan de bêtir û bêtir di derbarê AI de dibînin. Ew aniha giyanê demê ye, û her tiştê ku di naveroka serdema çandê de ye, di nav çîrokê de diherike nav xeyala û sawiran".
Weşanxaneya Celadon Books vê dawîyê romana nivîskar Fred Lunzker ya bi navê "Sike" belav kir. Ev roman derbarê doktorekî derûnî yê AI ye.
Wek ku diyar dibe êdî qonaxek nû di warê nivîsandinê de tê avakirin û ber bi asteke pir vekirî ve diçe. Niha bûye rastiyek di jiyana mirovan de, ger qebûl bike yan na, lê ew heye û gelek ji nivîskaran di hemû waran de li ser wê nivîsîne yan jî nuha bi wê dinvîsin û rê didin hişberîya çêkirî ji ber wan ve afirandinê bike.
Gelo wê heta ku derê ev yek biçe, û çend yase yan jî mafên parastinê bên guhertin da ku mafê nivîskarê mirov li hember nivîskarekî AI biparêzin?