Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîndar Zêbarî li Ser Raporta "Ai" ya Rexnekirina Desthilata Herêma Kurdistanê Diaxive


Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Dîndar Zêbarî: Daxwazê ji rêxistina Navnetewî Ai dikîn berî raportekê belav bikin, pirsa xwe ji hikumetê bikin jiber ku hikumet berpirse ji jîyana xelkê vê deverê.
Rêxerê Raspardên Navneteweyî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî derbarê raporta Amnesty International ya li ser binpêkirinên mafan li Herêma Kurdistanê bersiva pirsên Derngê Amerîka dide.

Zêbarî dibêje, nabe ku rêxisitî ya han pişta xwe bi hinek data û agahîyan girê bide û pirsa xwe ji hikumetê neke jiber ku dibe bi dehan dosya hatbin çareser kirin haya rêxistina AI jê nebe.

Dîndar Zêbarî di hevdîtineka ligel Dengê Amerîka got " Ew mijarên ku di nava vê raportêda hatine ne tiştekê nû ye, mixabin piranîya wan dosyan çareser bûne lê wan rêxistîyan agahî liser nîne û behis dikin jiber ku ebdeyta wan nîne û bêtir mijar hatine sîyasî kirin. Girtina welatîyekê yan xelkekê li herêma kurdistanê biryara ne hikûmeta herêmê yan berpirsekîye, dadwerên birêz biryara xwe didin ku wê çi sizayekê biser wan de bisepînin, derbarê xwenîşandanan ji me li herêma kurdistanê yasaya xwenîşandana heye ku dibêjin xwenîşandanên aştî û sivîl lê dema ku civînek çêdibe û tê da bi dehan karmendên asayişê û xelkê bêtawan û sivîl tên kuştin û birîndarkirin û bi dehan avahî tên şewtandin û jîyana xelkî rastî metirsiyê tê wî demî erkê sazîyên asayişê ye ku parastina herêma kurdistanê bike".

Derbarê pirsa Ahmed Zêbarî nûçegihanê Dengê Amerîka li Hewlêr, ya dibêje, nerîna we liser wê beşa raporta Ai çîye ku dibêje lêkolîn liser dosiya 14 kesan li parêzgeha Duhok kirîye bi sedemên karên rojnamevanî û rexne û beşdarbûna wan di xwenîşandanan de li sala 2020 û hatine girtin?

Zêbarî di wî warî de got "Çi rastî jibo vê yekê nîne û kes li hemû herêma kurdistanê de nehatîye girtin tenê ku beşdarî di xwenîşandanan de kiriye. Ew kesê hatîne girtin binpêkarî yan jî tundiyek weha kirîye ku siza yasayî hebe, jiber vê yekê wan tumetan çi rastîya wan nîne jiber ku me amar û data hene û yasa jî liber destê meye û dosya hemû di eşkerene û me ti keyseke veşartî li herêma kurdistanê nîne".

Temamiya pirs û bersivên hevdîtina bi Zêbarî re di fayla deng de guhdarî bike.

Raporta Hewler Hevpeyvîn li Gl Dîndar Zêbarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:10 0:00

XS
SM
MD
LG