Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Air France-KLM Bo Veguhestina Perpûnên COVID-19 Amade Ye


Kompanîya Air France-KLM îro Çarşemê ragihand ku ew amade ye ku bi mîlyonan dozên vaksînên COVID-19, ku divê di bin germahîya hesas de werin parastin, veguhezîne.

Christophe Boucher berpirsê karûbarên kargo yê Air France, li firîngeha Charles de Gaulle ya Parîsê got ku karmendan hazirîyên barkirina vaksînên ku divê bi baldarî werin parastin, dikin.

Boucher got ku dijwarîya serekî kontrola germahîyê ye.

Wî bal kişand ku jibo wan dê zehmet be ku hejmareke mezin ya vaksînan li seranserê cîhanê belav bikin.

Vaksînên pêşketî yên ku ji hêla Pfizer û Moderna ve hatine peyda kirin heya niha pejirandina dawîn negirtine. Lê kompanîyên lojîstîk û kargoyan li benda destûrê namînin ku planên xwe yên veguhestinê û belavkirinê amade bikin.

Air France-KLM, xwedîyê tecrûba bi dehan salan e ku di şert û mercên kontrolkirî yên germahiyê de derman û vaksînên veguhestinê pêk tîne.

Kompanî xwe amade dike ku di rojên pêş de ji navenda KLM ya li Amsterdam-Schiphol bi veguhestina vaksînên derewîn firînên ceribandinê bike.

Veguhestina perpûnên vîrusa korona tevlîhev û dijwar e jiber ku divê vaksînên Pfizer û Moderna di bin germehîya -20 °C de were parastin.

Veguhestin û belavkirina vaksînên COVID-19 divê di van mercên çetin de pêk werin ku piranîya rewîtîya esmanî ya asta cîhanê sekinîye.

Kompanîyên firînan hişyarî didin ku jiber ku nêzî % 45 kargoyên cihanê bi firokên rewîtîyê tên kirin, dibe ku di hewilên plansazîya veguhestina vaksînan de astengî derkevin.

Berpirsê kargoya dermanan yê Air France-KLM Florent Gand ragihand ku ew firokên ku niha nayên xebitandin dikarin di xebatên veguhestina vaksînan de bi kar bînin.


XS
SM
MD
LG