Firokên ceng yên Saudî êrîşên xwe yên hember serhildayên Husî li Yemenê îro Duşemê dewam kir, rojeke berî destpêbûna agirbesta mirovahî.
Firokan devera Saada ya nêzîkî tixubê Saudi û Taiz ya başûrê rojava û Marib li rojhilat bomberan kir.
Karbidestên Saudi û Amerîkî hefteya borî pêşnîyareke agirbestê ragihandibû ku av, xwarin, şewit û dermanên pir pêdivî bigehejin sîvîlên Yemenê.
Serhildayên Husî jî do Yekşemê ragihand ku ew pêşnîyara agirbestê, ku Sêşemê destpê bike, qebûl dikin.