Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navenda Hevbeş ya Ewlekarîya Hişberîya Çêkirî ya Amerîka (AISIC) Hat Damezrandin


Wezîra Bazirganî ya Amerîka Gina Raimonda ragihand ku Navenda Hevbeş ya Ewlekarîya Hişberîya Çêkirî ya Amerîka (AISIC) hatiye damezrandin.

Raimonda dîyar kir ku bi Fermana Qanûnder (Executive Order) ya Serok Joe Biden ewê misoger bikin ku bixêra AISIC Amerîka di warê Hişberîya Çêkirî de li rêza pêş ya cîhanê be û bibe pêşenga pêşvebirina pîvan û standartên wê.

Wê got ku ewê bi rêberên xwe yên ser Hişberîya Çêkirî dixebitin, bi berpirsîyan Hişberîya Çêkirî baştir bikin.

AISIC wê çêkêr û karînerên Hişberîya Çêkirî û lêkolînerên hikûmet, karsazên vê sektorê û endamên sazîyên sîvîl jibo pêşvebirin û belavkirina wê hişberîyê bicivîne.

Cîgirê Berpirsê Karmend û Karûberên Qesira Sipî Bruce Reed jî got ku divê jibo ku ew bikaribin xwe bigehînin hêza Hişberîya Çêkirî bilezînin û piûtrast bikin ku ji hikûmetê heta sektora taybet û cîhana akademîk her kes berê xwe dide heman hêlê.

“Bi xêra Fermana Qanûnder ya Serok Biden emê jibo rêvebirina rîskên Hişberîya Çêkirî forumeke krîtîk ava bikin ku hemî kesên ku di vê qadê de dixebitin, bi hevre derfetên heyî bi kar bînin û rîskên heyî bi zîrekî bi rêve bibin,” Reed got.

Hêjayî balkişandinê ye ki di navenda ser Hişberîya Çêkirî de, ku di binê Enstîtuya Netewî ya Standard û Teknolojîyê (National Institute of Standards and Technology) de bixebite, wê 200 kes, kompanî û rêxistin cîh bigirin.

XS
SM
MD
LG