Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Al Jazeera Dibêje 2 Rojnamevanên Wê li Refahê bi Giranî Birîndar Bûne


US-MEDIA-AL JAZEERA AMERICA-NEW YORK
US-MEDIA-AL JAZEERA AMERICA-NEW YORK

Kanala Al Jazeera, ku navenda wê li Qatarê ye, îro Sêşemê ragihand ku du rojnamevanên wê yên li Refahê bi êrîşa Îsraîlê giran birîndar bûne.

Li gor ragihandina Al Jazeera, jîyana rojnamevanê wê Îsmaîl Ebu Omer jiber qutbûna lingê wî yê rastê di metirsîyê de ye û doktor hewil didin ku lingê wî yê çepê bifilitînin.

Al Jazeera dîyar dike ku drona Îsraîlê li bakurê Refahê êrîş biriye ser kameramanê wê Ahmed Matar û rewişa wî jî giran e.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, ragihand ku Îsraîlê li herêmê Morajê bi firokeke şer êrîş biriye ser rojnamevanan.

Di rojên borî de bi êrîşên Îsraîlê du rojnamevanên Al Jazeera hatibûn kuştin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) dide zanîn ku ji şerê Hamas û Îsraîlê vir ve, ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan destpê kiribû, 85 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin.

CPJ dîyar dike ku ji wan 85 rojnamevanan û xebatkarên medyayê 78 Filîstînî ne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG