Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Kayaoglu: Biryara Erêkirina Cezayê Onder Sîyasî Ye


Dadgeha Herêmî ya Stenbolê, 3 sal û 6 meh cezayê zindanê ku li parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Enqere Sırrı Sureyya Onder birîbû. Roja Sêşemê erê kiribû.

Onder îro Girtîgeha Kandira ya li bajarê Kocaelî û xwe radestî karbidestan kir.

Onder berî bikeve girtîgehê, daxuyanîyeke nivîskî da û dîyar kir ku ew li pişt gotinên xwe ye ku bûne sedema girtîna wî.

"Ev peyvajo jibo kedkarên aşitî û demokrasî ne rewşeke surprîz e. Dibe ku rewşa heyî nebaş xuya bike jî, rojên xweş jibo vî welatî nêzîk in.”

Parêzera Onder, Arzu Kayaoglu ji Dengê Amerîka re got ku biryara dadgehê dijî hiqûqe ye.

“Ev biryar jibo cezakirina Onder bi lez û bez hatiye dayîn. Dîsa, ev ceza ji asta herî jor hat dayîn. Dadgehê 700 dosyayên pêş dosyaya Onder paşve hişt û bi lezgînî biryara ser doza Onder da. Dadgehê ji serî ve darizandina hiqûqî nekir. Ev darizandin bi temamî sîyasî ye.”

Kayaoglu herwiha dibêje ku ew li benda vê biryarê bûn jiber ku ji parlamanterên partîya desthilatdar û heta serokwezîr jî gotîbû ku ew biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) nas nakin.

XS
SM
MD
LG