Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hulusî Akar: Lihevkirina Tirkiyê û Amerîka ya bo Herêma Ewle Destpêkeke Baş E


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar dîyar kir ku lihevkirina Tirkiyê û Amerîka ya bo herêma ewle ya li Sûrîyê, destpêkeke baş e.

Akar da zanîn ku Navenda Hevbeş ya Operasyonê dê di hefteya pêş de dest bi xebatên xwe bike.

Amerîka li Sûrîyê bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike ku pêşêngê wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye.

"Li gor me ti wateya hevkarîya hevalbendên me û terorîstan, YPG'ê tune. Em dixwazin ku ew kêlîyekê zûtir bi dawî bibe" Akar got.

Wî bi berdewamî îdia kir ku Tirkîyê û Amerîka li hev kiriye ku çekên giran yên YPG'ê werin top kirin.

XS
SM
MD
LG