Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akar: Em û Rûsan Ser Gelek Xalan Hevbîr In


Wezîrê Bergirî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Çarşemê got ku danûstandinên navbera wan û karbidestên Rûsî bi dawî hatin û wan bi awayekî giştî li ser gelek xalan li hev kirine.

“Şandeyên her du alîyan hevdîtin bi dawî anîn û bi giştî giheştin rêketinekê. Hewilên me yên dualî bi rengekî avaker û têgiheştî berdewam dikin,” Akar got.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Sêşemê dabû zanîn ku Rûsya ew agahdar kirine ku YPG berî temambûna dema dîyarkirî ji “devera ewle” ya plankirî vekişîye.

Li gor peymana Putin û Erdogan, biryar e hêzên Rûsî û Tirk nobedarîyên hevbeş li ser sînor pêk bînin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG